Bi asîstanîya xususî re jîyaneke hê serbixwe
Heger ti xwedîyê kêmbûneke mezin ya fonksîyonê bê, u ti nikaribê di jîyana rojane de bi kêrî xwe werê, wê demê ti karê mafê asîstanîya xususî bi dest bixê. Evya tê wê maneyê ku asîstanên te yên xususî, yan timamê rojê yan jî çend demên rojê yê alîkarî bidin te. Asîstanî, yên li gorana daxwaz u pêwîstîyên te werin amade kirin, u armanc ewe ku ti, bi mercên xwe hetta ku mümküne jîyaneke serbixwe bi jiyî. Heger ti agahdarîyên bêhtir di xwazê, tu karî bi wasita mejla info@humana.se u yan jî, bi telefonê ji numara 020-30 31 00 bi mere têkilî deynê.
Ma pêwîstîya te bi alîkarîyê heye?
Bê tecrubetîya karê asîstanîya xususî, yan jî zanîna huquqî, dibe sedema demeke zor u dirêj ji bo wan kesên ku di warên hînbûna zagon, qaîde u pêvajoyên miracaeta de biserkevin. Huquqnasên me yên zane, ji bo miracaet u tekilîyên te bi daîreyên resmî re u dema ku tu li malê werê zîyaretkirin yên alîkarîyê bidin te. Alîkarîya me ya huquqî bêpere ye.
Kî xwedî mafê asîstanîya xususî ye?
- · Kesên ku bin 65 salî ne.
- · Kesên ku aîdên yek ji hawîrên șexsan ku jêre tên gotin 1-3 bin.
- · Kesên ku nikarin pewîstîyên xwe yên bingehî pêk bênin, le hewceyî alîkarîya xwarinê, destavê u her wiha ne. Carna yek hewcebuna bengehî bi tenê, ku yek nukarî bi cih bînî, mafê asîstanê bi dest têxî.
Heger tu di xwazî ku zanibî bê hawîrên șexsan 1-3 tê çi maneyê u pêwîstîyên bingehî çine, em bi memnunîyet pirsên te bersiv didin. Bi wasita info@humana.se bi mere têkilî deyne, yan jî telefonî 020-30 31 00 bike.
Li cem Humana asîstanîya xususî
Humana, di Swêd de șîrketa herî mezin yan li ser asîstanîya xususî ye u li herderê welat de heye. Ev ji deh sala bêhtire ku em ji bo kesên bi fonksîyona kêmbûyî re li ser asîstanîya xususî kar dikin. Mezinbun, tecrube u kompetensa me ji bo te ewlekarîyeke.
Gelek sedemên te hene ji bo ku ti Humana bi hilbijêrî:
- · Li ser asîstanê te yê xususî tu biryar didî
- · Ji bo alîkarîya ji alîyê yekîtîya huquqnasa re ti dibê xwedî îmkan
- · Ti dibê xwedî tîmekî
- · Asîstanên te tên perwerdekirin u dibine xwedîyên mercên baș
- · Em hilbijartineke bi ewle ne
Ma ti agahdarîyên zêdetir dixwazê? Bi wasita info@humana.se bi mere têkilî deyne yan jî telefonî 020-30 31 00 bike.
Li derheqa Humana de
Humana, di Svêd de șîrketa herî mezine ku li ser asîstanîya xususî kar dike. Xebatên me yên din li ser hêwirîna LSS (Zagona ji bo alîkarî u servîsê), lênêrîna kalûpîran, lênêrîna mirov- u malbatê, u dibistana ji bo xwendekarên bi fonksîyona kêmbuyî ne. Em 8000 hevkar li seranserî welat ji bo yek vîzyonî kar dikin. Mafê herkesî ji bo jîyaneke baș heye.
Em bi germî bixêrhatina te dikin ku tu bi înformatorê me re têkilî deynî, ji numareya 020-30 31 00 telefonî sentrala me bike, ewê alîkarî bidin ku ti bi șexseki agahdar re tekilî deynî. Hevkarên me pirzimanin.